Peyama pîrozbahiya Zerîf bi boneya azadkirina başûrê Libnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326585-peyama_pîrozbahiya_zerîf_bi_boneya_azadkirina_başûrê_libnanê
Wezîrê karên derve yê Îranê cejna Berxwedanê û salvegera azadkirina başûrê Libnanê li Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Wezîrê karên derve yê vî welatî pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2021 05:40 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiya Zerîf bi boneya azadkirina başûrê Libnanê

Wezîrê karên derve yê Îranê cejna Berxwedanê û salvegera azadkirina başûrê Libnanê li Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Wezîrê karên derve yê vî welatî pîroz kir.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê bi peyamên cuda bo Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Zîne Eker sergêrê Wezareta derve ya Libnanê, cejna Berxwedan û Azadiyê û salvegera azadkirina pîrozmendane ya başûrê Libnanê ji destê hêzên destdirêjker ên Rêjîma Siyonîst bi mêrxasî û fedakariya têkoşerên wêrek ên Berxwedanê pîroz kir.

Rêjîma Siyonîst din 25ê Gulana sala 2000î tevî hebûna şiyanên leşkerî, li hemberî hêzên Berxwedana Libnanê teslîm bû û neçar ma ku ji başûrê Libnanê derkeve.