May 07, 2021 15:32 Asia/Tehran
  • Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê dest pê bû

Axaftina Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya roja Cîhanî ya Qudsê dest pê bû.

Îro înî, 7ê Gulana 2021ê (7ê Ordîbihişta 1400î) hevdem digel 24ê Remezana 1442an, Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Roja Qudsê sembola yekîtî û yekparçetiya cîhana îslamê, nemaze gelê misilman ê Îranê di mijara Filistînê û piştgiriya ji ramana Qudsa pîroz wek qibleya yekem a cîhanê ye.

Îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û sînordariyê ji ber vê nexweşiyê û hebûna sînordariyê di lidarxistina kombûnên fîzîkî, kombûna mezin a piştgirên Filistînê di Roja Cîhanî ya Qudsê da dê bi awayê mecazî were lidarxistin.

Înya dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (re) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin.

 

 

Serepeyv