29ê Isfendê salvegera Neteweyîbûna Pîşeya Petrolê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325026-29ê_isfendê_salvegera_neteweyîbûna_pîşeya_petrolê_li_Îranê
Îro înî 29ê meha Isfendê 1399an a Koça Rojî (19ê Adarê), salroja Neteweyîbûna Pîşeya Petrolê li Îranê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2021 05:55 Asia/Tehran
  • 29ê Isfendê salvegera Neteweyîbûna Pîşeya Petrolê li Îranê

Îro înî 29ê meha Isfendê 1399an a Koça Rojî (19ê Adarê), salroja Neteweyîbûna Pîşeya Petrolê li Îranê ye.

70 salan beriya niha di rojeke mîna îro da xaleke werçerxanê di dîroka siyasî ya Îranê da pêk hat. Neteweyîbûna Pîşeya Petrolê li Îranê encama têkoşîneke dijwar û hilbezîneke dîrokî bû.

Neteweyîbûna Pîşeya Petrolê li Îranê roja 20ê Adara 1951ê bi pêşniyara endamên Komîsiyona Petrolê li Meclîsa Îranê hat pesendkirin û petrola Îranê bi awayekî fermî bû neteweyî.

Piştî dewreyeke siyasî ya pirkêşe bi Neteweyîbûna Pîşeya Petrolê li Îranê, destê Brîtanyayê ji pîşeya petrola Îranê hat qutkirin û ev mijar bû sebeba derketina hêdî hêdî ya Brîtanyayê ji navçeyê.