Salroja jidêbûna Îmam Husên (S) Roja Pasdaran pîroz be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324965-salroja_jidêbûna_Îmam_husên_(s)_roja_pasdaran_pîroz_be
Sibê Çarşem 17 Adarê hevgavê 3`yê Şeibana 1442 ya Koçberiya Heyvî, salroja jidêbûna Îmam Husên (S) û Roja Pasdaran li Îranê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2021 20:50 Asia/Tehran
  • Salroja jidêbûna Îmam Husên (S) Roja Pasdaran pîroz be

Sibê Çarşem 17 Adarê hevgavê 3`yê Şeibana 1442 ya Koçberiya Heyvî, salroja jidêbûna Îmam Husên (S) û Roja Pasdaran li Îranê ye.

3`yê Şiebanê salroja jidêbûna bimbarek a parêzvanê herî mezin ê Îslamê û dînê hezretê Mihemed (S) e ku bi fidakariya bêmînak a xwe li Kerbelayê, dersa azadîxwazî û rûmetê fêrî hemî dinyayê kir, kesayetîyekî mezin ku bû mînaka berevanî û parastina Qurana Kerîm û Îslama Hêja.

Xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê Hz. Îmam Xumeynî (RE)  roja ji dêbûna mînaka parêzvaniya Îslam û mirovaniyê Hz. Îmam Husên (S) li Îranê wek roja Pasdaran  (Parêzvanan) bi nav kir.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, wekî hêzek leşkerî ya bibandor di parastina Inqilaba Îslamî û Komara Îslamî ya Îranê de, yek ji rûmetên mezin e ku her dem di dîroka Îranê de ronî dike.

Radyo û Televîzyona Kurdî ya SAHAR`ê vê roja bimbrek li hemî misilmanan û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.