Îranê û Otrîşê dawîn alûgorên Peymana Navokî vekolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324529-Îranê_û_otrîşê_dawîn_alûgorên_peymana_navokî_vekolandin
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û qayîm meqamê Wezareta karên ewropî û navneteweyî ya Otrîşê dawîn alûgorên Peymana Navokî vekolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2021 04:26 Asia/Tehran
  • Îranê û Otrîşê dawîn alûgorên Peymana Navokî vekolandin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û qayîm meqamê Wezareta karên ewropî û navneteweyî ya Otrîşê dawîn alûgorên Peymana Navokî vekolandin.

Li gorî rapora YJC, Dora çarem a şêwirînên siyasî yên Îran û Otrîşê roja Duşemiyê bi awayê mecazî bi beşdariya Seyid Ebas Iraqçî, alîkarê siyasî yê Wezareta derve ya Îranê û Pîtêr Lawanskî qayîm meqamê Wezareta karên ewropî û navneteweyî ya Otrîşê hat lidarxistin.

Di vê civînê da du aliyan tevî pêgiriya li ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên du welatan, dawîn alûgorên têkildarî Peymana Navokî bi hûrî vekolandin.