Amerîkayê daxwaza Trump ya ji Encûmena Ewlekariya NY bona sepandina cezayên li ser Îranê hilweşand
Îdareya Joe Biden nameyek ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî re şandiye û têde amaje bi wê yekê kiriye ku daxwaza îdareya berê ya Amerîkayê ya taybet bi dubare sepandina hemû cezayên Netewên Yekbûyî li ser Îranê hatiye hilweşandin.
Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Richard Miles nameyek ji serokatiya Encûmena Ewlekariya Navdewletî re şandiye û ew encûmen agahdar kiriye ku Amerîka biryara îdareya Donald Trump a derbarê dubare sepandina hemû cezayên Netewên Yekbûyî li ser Îranê hildiweşîne.
Ji bilî cezayên yekalî yên Amerîkayê bo ser Îranê, îdareya Trump li gor îdiayekê daxwaz ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî kiribû ku tevahiya cezayên Netewên Yekbûyî li gor sîstema Snap Back(Mekanîzma Tetikê) bi ser Îranê de bisepîne, lê Encûmena Ewlekariya NY wê demê ew daxwaza Trump red kiribû.
Wî berpirsî herweha aşkere kiriye ku Washington dê vexwendina Yekîtiya Ewropayê ji bo danûstandinên li gel Îranê qebûl bike û îdia dike, gelekî zehmet e careke din rêkeftina atomî bê zindîkirin û çalakkirin, eger ku hinek pirsgirêkên herêmî neyên çareserkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price jî ragihand, Amerîka vexwendina nûnerê Yekîtiya Ewropayê qebûl dike ji bo amadebûn di civîna 5+1 a li gel Îranê de ji bo dîtina rêyeke baş bo pirsa bernameya atomî ya Îranê.
Li aliyekê din, Josep Borell Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand, ew yekîtî amade ye ku civîneke nefermî ya taybet bi welatên 5+1 saz bike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî diyar kiriye, ew amade ne beşdarî vê civînê bibin, eger ku ji bo civînê bêne vexwendin.
Antony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî ji wezîrên derve yên hersê welatên Brîtanya, Fransa û Almanya re ragihandiye, hikûmeta Amerîkayê derbarê rêkeftina atomî ya Îranê de amade ye danûstandinê bike.
Berpirsekên pilebilind ên Amerîkayê diyar kiriibûn ku ger Îran vergere ser soz û qirarên xwe yên li gor Lihevkirina Navokî, Amerîka amade ye vegere nav vê lihevkirinê eva di rewşekê ye ku eva Amerîka bû ku ji vê rêketinê derketiye ne Îran, Vêca Komara Îslamî ya Îranê tekez kiriye ku eva Waşîngtone ku divê ji bo vegera nav peymanê gavên despêkê rake û boykotan ji holê rake.