Sertîp Hatemî: Amerîka û Rêjîma Siyonîst li dû derfetekê jibo bandordanîn xwe ne
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê di civîna Wezîrên Berevaniyê yên Yekîtiya Welatên derdora Oqyanûsa Hindê da got: Amerîka û Rêjîma Siyonîst her gava ku derfetekê bibînin, têrorîsmê wek amûrekê jibo sepandina bandora xwe bi kar tînin.
Sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê roja Pêncşemiyê di Civîna Wezîrên Berevaniyê yên Yekîtiya Welatên derdora Oqyanûsa Hindê da got: Bûyerên tehl ên dehika dawiyê yên mînak û modelên sepandî yên hêzxurtan, tu destkeftek ji bilî tundî, zêdegavî, têrorîsm, kuştin, nakokiyên sînorî, şer, bêewlehîtî û wêraniyê tunebûye.
Sertîp Hatemî got: Betalkirina yekalî ya soznameyên navneteweyî, derketina ji soznameyên ewlehîçêker, êrîşa ser NY û Rêxistina Tendurustiya Cîhanî bi behaneya hevahengnebûn digel wan û derketina ji soznameya 5+1 digel Îranê, mînakên herî girîng in ku em nikarin baweriyê bi hêzxurtên mezin û berpirsiyarî û sozên wan bînin.
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê tevî amajeya bi terorkirina necamêrane ya qehreemanê neteweyî û navneteweyî yê têkoşîna dijî têrorîsmê, Sipehbud şehîd Qasim Silêmanî,, Şehîd Ebû Mehdî El-muhendis û şehîdê zana Muhsin Fexrîzade, got: Xwediyên têrorîsma dewletî nîşan dan ku ne tenê bawerî bi wan nayê kirin, belkî ewna xiyanetê li ramanên bilind ên mirovî wek têkoşîna dijî têrorîsmê û rizgarkirina xelkê zilmdîtî jî dikin.
Sertîp Hatemî bi gotina vêya ku Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziyê ji leşkerîbûna navçeyê nake û ji pêşbirkên çekdariyê yên nekêrhatî û depokirina çekan û veguherîna navçeyê bo ambara çekan nîgeran e, got: Oqyanûsa Hindê xwedan kapasîteyeke mezin jibo pêkanîna aştiya cîhanî ye ku dikare wek Navçeya Mînak jibo cîhanê were nasandin.