Zerîf: Trump çû nav zibildanka dîrokê; Navê Silêmanî wê bilind bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323393-zerîf_trump_çû_nav_zibildanka_dîrokê_navê_silêmanî_wê_bilind_bibe
Wezîrê karên derve yê Îranê nivîsî: Serokomarê û Wezîrê karên derve yên Amerîkayê çûn nav zibildanka dîrokê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2021 05:23 Asia/Tehran
  • Zerîf: Trump çû nav zibildanka dîrokê; Navê Silêmanî wê bilind bibe

Wezîrê karên derve yê Îranê nivîsî: Serokomarê û Wezîrê karên derve yên Amerîkayê çûn nav zibildanka dîrokê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zeerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di twitterê da berteka nîşan bidawîhatina heyama serokomartiya Donald Trump li Amerîkayê da.

Zerîf tevî amajeya bi terorkirina serdar Qasim Silêmanî ji aliyê Trump û Pompêo va nivîsî: Trump, Pompêo û hevkarên wan bi bednaviyê dikevin nav zibildanka dîrokê.

Wî her wiha nivîsî: Lê bîra serdar Silêmanî û bi hezaran kesên ku ji ber terorîsma dewletî û aborî ya Trump û cinayeta wî dijî mirovahiyê hatin kuştin, ziyan dîtin an ji xwarek û dermên bêpar bûn, dê hertim bilind bibe. Renge kesên nû li Waşîngtonê ders wergirtibin.