Çîn: Em li dijî muzakireya dubare ser peymana navokî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322356-Çîn_em_li_dijî_muzakireya_dubare_ser_peymana_navokî_ne
Birêvebirê Dayireya Kontrola çekan a wezareta derve ya Çînê duh berêvarê piçtî bi dawîbûna rûniştina Komîsiyona Hevbeş a Peymana Navokî got: Çîn li dijî muzakireya dubare ser peymana navokî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2020 07:33 Asia/Tehran
  • Çîn: Em li dijî muzakireya dubare ser peymana navokî ne

Birêvebirê Dayireya Kontrola çekan a wezareta derve ya Çînê duh berêvarê piçtî bi dawîbûna rûniştina Komîsiyona Hevbeş a Peymana Navokî got: Çîn li dijî muzakireya dubare ser peymana navokî ye.

Li gor Fars Newsê, Birêvebirê Dayireya Kontrola çekan a wezareta derve ya Çînê Fû Kong bi tekezkirina ser vê yekê ku welatê wî li dijî muzakireya dubare ser Peymana Navokî ye got:Amerîka divê boykot û cizayên yekalî li dijî Îranê ji holê rake.

Birêvebirê Dayireya Kontrola çekan a wezareta derve ya Çînê di dewamê de bal kişand ser pêngavên Îranê derbarê Peymana Naokî û got: Îranê bi eşkera diyar kiriye her dem ku Amerîka vegere nav Lihevkirina Navokî û gişt boykot û cezayan ji holê rake Îran jî amade ye gişt soz û peymanên xwe yên li gor lihevkirina hanê cih bîne.

Rûniştina Komîsiyona Hevbeş ya Lihevkirina Navokî duh bi rewşa vîdeo-konferansê li dar ket.

Li gor naveroka Lihevkirina Navokî, Komîsiyona Hevbeş ya Lihevkirina Navokî berprsa çavdêrî û cihanîna vê peymana navneteweyî ye.