Kanûn 14, 2020 09:38 Asia/Tehran
  • Îranê daxuyaniya YE ya piştgiriya ji unsurê terorîstî yê naskirî, protesto kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, ragihand ku Îranê bi gazîkirina balyozên Almanya û Fransayê da bi tundî li dijî daxuyaniya Yekitiya Ewropayê(YE) ya ku piştgirî da hêmanê(unsurê) terorîstî yê naskirî bertek nîşan da.

Li gorî IRNA, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seîd Xetîbzade, di bersiva pirsên rojnamevanan dederbarê vê yekê ku di dema gazîkirina balyozên Almanya û Fransî de çi qewimî, got: "Li dû derketina beyannamên destwerdanê, balyozên Almanya û Fransî roja Yekşemê piştî nîvro ji hêla Dîrektorê Giştî yê Ewropî yê Wezareta Derve ya Îranê ve ji wezaretê re hatin vexwendin."

Xetîbzade her wiha got: "Di civînên ku bi sefîrên hanê re hatin kirin de, Midûrê Giştî yê Ewrûpayê yê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi tundî û eşkere bertek nîşanî daxuyaniyên Yekîtiya Ewropî û nemaze du welatên hanê yên ji bo piştgirîkirina unsurê  terorîstî yê naskirî û piştgiriya darayî û manewî ya hin welatên Ewrûpayê ji hêman û komên terorîst da." Bi taybetî piştgiriya ji kesên ku bi hevkariya servîsên îstîxbaratî û sîxorî yên rojavayî û Rejîma Siyonîstî li dijî miletê Îranê xebitîne ku bi xwe jî bi van kiryaran li xwe muqir hatine.Herwiha sefîrên hanê di vê barê de hatin serwextkirin.

Xetîbzade herwiha got: "Di van her du civînan de, Dîrektorê Giştî yê Ewropa yê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê ji balyozên Almanya û Fransa re bi bîr xist ku bi çi pîvanan, kesên ku perwerdehiya çêkirina bombeyên şewatê, plansazkirina pevçûnên kolanan, hevkariya bi hukûmet û servîsên sîxorî û îstîxbaratî yên biyanî re dikin bi armanca hilweşandina pergala siyasî ya Îranê dest davêjin kiriyarên çekdarî wek rojnamevan tên nasandin ?."

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: "Ev karesatek dîrokî ye ku Ewropa terorîzmê li gorî berjewendîyên xwe bi du beşên baş û xirab parve dike û ji bo armancên xwe bi bijartî bikar tîne," wî herwiha got. Pir bi şerm e ku Ewropa bûye sitargeha tawanbaran ji minafiqan bigir heya cinayetkarên El-Ahwaziyah.

Xetîbzade wiha pêde çû: "Welatên ku bi salan e bê guman piştgirî didin êrişkerên li ser axa Yemenê û bazirganiya pir bi feyde ya çekên wêranker bi wan re dikin, miletek xistine nav xelayê û mercên karesatek mirovahî û kuştina komî, mafê wan nîne ku xwe wekî parêzvanê mafên mirovan bidin nasandin." 

Wî tekez kir ku Yekîtiya Ewropî, Almanya û Fransa, li şûna ku ji gelê Îranê û malbatên şehîdên operasiyonên terorîstî û tawankarî lêborînê bixwazin û para xwe di van kiryaran de qebûl bikin, dibin dewekarê piştgiriya ji hêmanên cinayetkar, ew bi tundî tên şermezarkirin û ji ber vê yekê daxuyaniyên wan ên durû ti Qîmeteke xwe ji netewe û hikûmeta Îranê re tune.

Piştî daxuyaniyên Fransa, Almanya û YE yên roja şemiyê li hemberî îdamkirina Rûhullah Zem, sefîrên van du welatan li Tehranê bo wezareta derve ya Îranê hatin gazîkirin da ku ew derbarê nerizamendiya Îranê werin serwextkirin. 

Rûhullah Zem yek ji serşaxeyên medyaya dijmin û ku şerekî psîkolojîkî li dijî Komara Îslamî ya Îranê li dar xistibû bi sûça sîxuriyê, eşkerekirina tevgerên serfermandarên leşkerî yên payebilind, bi taybetî Serdarê şehîd Qasim Suleymanî, hevkarîkirina bi Amerîkayê re di warê dijwarkirina dorpêçên dijî Îranê de û Perwerdehiya rêbazên ajawegêrî û serhildana tund roja şemiyê hate darve kirin.

Serepeyv