Troîkaya Ewropî îdîa dike: Îranê Peymana Navokî binpê kiriye
Sê welatên Ewropî yên rêkeftina navokî ya tev Îranê îmza kirine, tevî ku sozên xwe yên ku dê bandorên vekişîna Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî bê encam bikin cih neanîne, bi cih neanîn, di daxuyaniyekê de îdîa kirin ku Îranê tevî dilsozî û nêta wan a xêrê, rêkeftina navokî binpê kiriye".
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars; Brîtanya, Almanya û Fransayê di daxuyaniya xwe de îdia kirin ku wan cezayên ku di Rêkeftina Navokî de pêşbîniya wan bûye ji holê rakirine û ji bilî wê, bi sazkirina mekanîzmaya darayî ya INTEXê bi hewldanên zêde kirin da ku destê Îranê li bazirganiya rewa vekirî bibe.
Troîka Ewropî bang li Îranê kirin dev ji kiryarên derveyî rêkeftinê berde tam vegere ser Rêkeftina Navokî.
Almanya, Brîtanya û Fransa sê endamên ewropî ne ku ji sala 2015 ve li ser bernameya nukleerê ya Îranê bi vî welatî re li hev kirine. Li gor vê rêkeftinê bira hat dayîn ku Îran hin berbendan ser bernama xwe ya nukleer bipejirîne û ji aliyê din ve boykotên bi behaneya vê bernameyê ji holê werin rakirin.
Hikûmeta Amerîkî di 8ê Gulana 2018an de ji peymana hanê vekişiya û ji bilî boykotên hanê, cezayên din jî danî ser Îranê,
Komara Îslamî ya Îranê di 8ê Gulana 2019an de, salekê piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji rêkeftina atomî û piştî îsbatbûna bêbandoriya çareseriyên Ewropayê ku ji bo telafîkirina encamên aborî yên vekişîna Amerîkayê ji Rewkeftina Navokî, ragihand: Parek ji pêsparteyên xwe yên li gor rêkeftinê rawestandin.