Mijdar 03, 2020 17:25 Asia/Tehran
  • Hêzên çekdar ên Îranê jibo sekinîna li hemberî her gefeka dijminan amade ne

Dewsgirê Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê li ser amadetiya tam a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê jibo sekinîna li hemberî her cûre gefa dijminan pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Muhemedreza Aştiyanî, Dewsgirê Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê di kêleka şerezmûna Iqitdara asimanî ya "Fedayiyên Herêma Welayetê" li Isfehana navenda Îranê, nîşandana amadetiya hêzên çekdar ên Îranê li hemberî her gefekê wek girîngtirîn peyama vê şerezmûnê da zanîn û got: Dijmin dizanin ku hêzên çekdar ên Îranê di hemî qadên hewce da hene û bi serfirazî erk û pêspartiyên xwe bi awayekî baş cih tînin.

Dewsgirê Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê her wiha got: Di vê şerezmûnê da amûrên nûjen ku Wezareta Berevaniyê ya Îranê dîzayn kirine û berhem anîne, ji aliyê firokevanan di temrîneke pratîkî da hatin bikaranîn û bombeyên rijandî û roketên avêtî li hedefên jipêşdiyarkirî ketin.

Şerezmûna Iqtidara Asimanî ya Fedayiyên Herêma Welayetê bi qasî pênc rojan hat lidarxistin ku îro Sêşemiyê roja wê ya sereke bû û gişt memûriyet bi awayekî serketî cih hatin.

 

Serepeyv