Zerîf: Îran ji bo çareseriya krîza Qerebaxê amade ye alîkariyê bike
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ji bo damezirîna aştiyê û çareseriya mayinde ya kêşeya Qerebaxê alîkariyê bike.
Li gor dayira ragihandin û karûbarên berdevkiya wezareta derve ya Îranê, wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê Cîhûn Bayramov îro pêncşemê di pêwendiya telefonî bi wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf re, rewşa meyanî û bûyerên herî dawiyê li kêşeya Qerebaxê şirove kir.
Zerîf bi ravekirina siyaset û helwêsta seke ya Komara Îslamî ya Îranê cardin li ser yekperçetiya axa Komara Azerbaycanê sekinî û got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ji bo damezirîna aştiyê û çareseriya mayinde ya kêşeya Qerebaxê di çarçova însiyatîfa Îran, Rûsya û Tirkiyê wek kemilandina mekanîzma koma mînskê alîkariyê bike.
Wezîrê derve yên Îran û Azerbaycanê li ser girîngî û rola însiyatîfên navçeyî bona çareseriya krîza Qerebaxê pêgîrî kirin.