Îlon 25, 2020 13:47 Asia/Tehran
  • Lavrov: Liv û tevgerên Amerîkayê yên li dijî îranê êrişkarane û neqanûnî ne

Li dijî hewldanên Amerîkayê yên ji bo dirêjkirina boykotên çekan li dijî Îranê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, Rûsyayê helwesteke zelal nîşan da û diyar kir ku hevkariya wan a leşkerî ya bi Îranê re wê zêde bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaza Amerîkayê ya ji bo dirêjkirina dema boykotên çekan ên li dijî Îranê weke 'êrişkar û neqanûnî' da zanîn.

Lavrov piştî hevdîtina li Moskowayê ya bi wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zarîf re got, "Rûsya wê ti carî polîtîkaya xwe li ser vê daxwaza êrişkar û neqanûnî ya Amerîkayê ava neke." Lavrov diyar kir ku Amerîkayê ji aliyê dîplomatîk ve hemû hunera xwe winda kiriye.

Biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser qedexekirina çekan ji bo Îranê, yekemcar di sala 2007'an de hatibû wergirtin û piştre hatibû berfirehkirin. Dema qedexeyê 18'ê Cotmehê bi dawî dibe. Rêveberiya Amerîkayê îdîa dike ku Îran Peymana Nukleerê ya sala 2015'an binpê dike û ji ber vê yekê jî dixwaze ku dema qedexeyan bê dirêjkirin.

Ji bo Amerîka karibe dema boykotên çekan dirêj bike, divê tevî endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê anku Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanyayê ku mafê xwe yê vetoyê hene û divê ji 10 endamên demkî jî herî kêm piştgiriya 4 endaman werbigire. Lê belê di kîjan astê de piştgiriyê werbigire jî eger endamekî daîmî veto bike, hingî nepêkane ku ev biryar bê wergirtin.

Serepeyv