Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz û Roja Rêzgirtina li Şehîd û Îsargeran
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi dayîna peyamekê bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz û Roja Rêzgirtina li Şehîd û Îsargeran destnîşan kir: Derbasbûna demê nekariye û dê tu wextî nekare bîra şehîdên hêja û ezîz ji bîra gelê Îranê bibe.
Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Ofîsa Parastin û Weşandina berhemên Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê bi peyamekê bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz û Roja Rêzgirtina li Şehîd û Îsargeran, ragihand: Ev lewha ronî dê hertim bi navê şehadet û bîra şehîdan xemilî bimîne.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Ev zimhêra dîrokî hertim dê hêvî û wêrekiyê bide nifşên me da ku pêngavên ber bi armancên bilind qahêm rakin û ji dijminiya şeytanên xenas ên cîhanê netirsin.
Hezretê ayetullah xamineyî destnîşan kir: Bereya dad û heqê bi vê şiyan û pergala xwedayî dê serketinên mezin bi dest bixe.