Îlon 21, 2020 11:42 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî:

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku di serdema Berevaniya Pîroz da, aliyê sereke yê şêrr Sedam û Partiya Beisê nebû, destnîşan kir: Aliyê sereke hêzxurtên mîna Amerîkayê bûn ku derbeke ciddî ji Înqilabê xwaribûn.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di têkiliya vîdyoyî digel rêûrisma Rêzgirtina Çilemîn salvegera Hefteya Berevaniya Pîroz da got: Armanca şerxwazan hilweşandina Înqilaba Îslamî bû û wan Sedam bi riya timaxwazîyên wî pêşda avêtibûn.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha got: Belgeyên ku piştra hatin aşkirakirin, nîşan dan ku beriya şêrr, Sedam bi amerîkiyan ra li hev kiribû û di heyama şêrr da keştiyên barî digihîştin qiraxên Imaratê û çek û amûrên şêrr didan Sedam.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha bi gotina vêya ku Berevaniya Pîroz beşeke pênaseya me ya neteweyî û ji kiryarên herî beraqil ên miletê Îranê bû, got: Rêzgirtina li têkoşeran erka neteweyî ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî got: Pêşeng û têkoşerên ku îro roja rêzgirtina li wan e, ew kes in ku ji canê xwe derbas bûn û dev ji asûdetiya jiyana malbatê, bav û dayîk û di hin babetan da ji pêşerojê berdan û gişt heyitiyên xwe birin pêşberî dijminekî ku têderxistibûn divê li hemberî wî berevaniya welat û îslamê bikin.

Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Têkoşeran berevaniya îslam, serbilindiya neteweyî û namûsê kirin, hinek ji wan şehîd bûn û hinek jî man û kar bi dawî anîn.

Şiroveya vê nûçeyê piştî wergirtina ji Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê were weşandin.

Serepeyv