Hewildanên dîplomatîk ên Îranê û Komara Azerbaycanê jibo berfirehkirina hevkariyên aborî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319620-hewildanên_dîplomatîk_ên_Îranê_û_komara_azerbaycanê_jibo_berfirehkirina_hevkariyên_aborî
Balyozê Îranê li Bakûyê û Alîkarê serokwezîr û Serokê azerî yê Komîsiyona hevpar a aborî ya Komara Azerbaycanê û Îranê derbarê pêwendî û hevkariyên aborî yên du welatan bi hev ra axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2020 04:36 Asia/Tehran
  • Hewildanên dîplomatîk ên Îranê û Komara Azerbaycanê jibo berfirehkirina hevkariyên aborî

Balyozê Îranê li Bakûyê û Alîkarê serokwezîr û Serokê azerî yê Komîsiyona hevpar a aborî ya Komara Azerbaycanê û Îranê derbarê pêwendî û hevkariyên aborî yên du welatan bi hev ra axivîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Ebas Mûsewî, Balyozê Îranê li Bakûyê û Şahîn Mustefayêv, Alîkarê serokwezîr û Serokê azerî yê Komîsiyona hevpar a aborî ya Komara Azerbaycanê û Îranê roja Pêncşemiyê derbarê dawîn rewşa pêwendiyên dualî bi taybet di warê aborî, ticarî, projeyên hevpar û riyên berfirehkirina pêwendî û hevkariyên du welatên dost û cînar şêwirîn.

Roja Sêşemiyê jî dora yekem a gotûbêjan derbarê nivîsa lihevkirinameya ticareta vebijarkî navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbaycanê bi awayê vîdyo konferansî hat lidarxistin.

Di van gotûbêjan da ku nûnerên Rêxistina Geşepêdana Ticaretê ya Komara Îslamî ya Îranê û beşên cûrbecûr ji Wezareta Aboriyê ya Komara Azerbaycanê û nûnerên wezîrên karên derve yên du welatan jî beşdar bûn, du aliyan derbarê nivîsa pêşniyarî ya Îranê û hin nêrînên aliyê azerî, li hev kirin.