Tebax 16, 2020 14:39 Asia/Tehran
  • Rûhanî:

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê bi boneya salvegera hatina azdeyan bo niştîmana îslamî ya Îranê, got: Azadeyên serfiraz cîhanek matmayiyê xwe kirine.

Îro Yekşemî, 16ê Tebaxa 2020î salvegera destpêbûna vegeriyana azdeyên serfiraz bo Îrana Îslamî ye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê bi boneya salvegera hatina bi şanazî ya azadeyan bo niştîmana îslamî bi peyamekê bo Kongreya neteweyî ya "Almasên Biriqok", ragihand: Serxwebûn û ewlehiya îro ya Îranê, deyndarê têkoşîn û berxwedana kesinan e ku di çepera berevaniya ji hikûmet û welêt bi mêrxasî şer kiirn û şevên tehl û bi êş ên hêsîrbûnê di kampên bixof ên Rêjîma Beisî (ya Iraqê) li ber xwe dan da ku cîhanekê bikin matmayiyê xwe.

Rûhanî her wiha ragihand: Gelê Îranê şanaziyê bi welayetmedarî, berxwedan û mêrxasiya azadeyên xwe yên hêja dike û silav û rêzên xwe bo sebr û berxwedana mînakên berxwedanê dişîne.

Muhemed Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî û Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê jî sîyemîn salvegera derbasbûna azadeyên serfiraz û qehreman ên heşt salan serdema Berevaniya Pîroz (şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê di dehsaliya 1980î da) bo nav axa welêt pîroz kirin.

Tebaxa sala 1990î (26ê Mordada 1369an) Îrana Îslamî bû şehedê hatina azadeyên serfiraz ku piştî bi salan hêsîrbûnê di zîndanên bixof ên Rêjîma Beisa Iraqê, derbasî nav axa Îrana Îslamî bûn.

 

 

Serepeyv