Sersaxî bi boneya Salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i316432-sersaxî_bi_boneya_salvegera_rehleta_Îmam_xumeynî_(re)_xîmdarê_mezin_ê_komara_Îslamî_ya_Îranê
Îro Çarşemî, 14ê Xordana sala 1399an a Koça Rojî, (11ê Şevala sala 1441ê ya Koça Heyvî û 3ê Hezîrana sala 2020'î) hevdem e digel Salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 03, 2020 04:39 Asia/Tehran
  • Sersaxî bi boneya Salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê

Îro Çarşemî, 14ê Xordana sala 1399an a Koça Rojî, (11ê Şevala sala 1441ê ya Koça Heyvî û 3ê Hezîrana sala 2020'î) hevdem e digel Salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê.

31 salan beriya niha di rojeke weke roja îro da, "Rûhullah Mûsewî Xumeynî (re)", Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê piştî 87 salan jiyana pirrxebat û bê-westiyan, emrê Xwedê kir û çû dîtina heq.

Bi vê boneyê, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dê îro, 3ê Hezîranê, bi boneya sî û yekemîn salvegera rehleta hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê, bi riya medyayan û bi awayê zindî tev gelê Îranê ra biaxive.

Li gorî rapota Navenda Parastin û Weşandina berhemên hezretê ayetullah Xamineyî, gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dê saet 11 li gorî dema Têhranê, ji malper, Înstagram û Twitter'a "KHAMENEI.IR" û kanalên Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê va bi awayekî dindî bên weşandin.

Merasima salvegera rehleta Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ku her salê bi axaftina Hezretê ayetullah Xamineyî di tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) dihat lidarxistin, li gorî destûrkarên tendurustiyê yên Erkantiya Neteweyîya Têkoşîna dijî Koronayê derbarê qedexetiya lidarxistina kombûnan, îsal li wir nayê lidarxistin.