Zanîngeha Ûrmiyê Xelata Netewî ya Soreyayê bir
Zanîngeha Ûrmiyê di sêyemîn Mêhricana Wergirtina xwendekarên Biyanî ya Navdewletî li Îranê, wekî zanîngeha şayanî pesindayînê ya welêt hat nasandin û karî Xelata Netewî ya Soreyayê werbigire.
Di merasima bi dawîhatinê ya vê mêhricanê ku bi amadebûna wezîrê zanist, lêkolîn û teknolojiyê û komek ji serokên zanîngeh û saziyên perwerdeya bilind a welêt hate lidarxistin, Xelata Netewî ya Soreyayê ji bo Mehmûd Rizazad, serokê Zanîngeha Ûrmiyên re hat dayîn. Di vê dewra mêhricanê de, li rex zanîngehên Şîraz, Zanistên pizişkî yên Şehîd Bihêştî û Zanîngeha Têhranê, wekî zanîngehên şayanî pesindayînê di warê wergirtina xwendekarên navdewletî de, rêz li Zanîngeha Ûrmiyê hat girtin.
A nika zêde ji 1500 xwendekarên navdewletî ji netewên curbicur di pile û çiqên xwendinê yên curbicur di Zanîngeha Ûrmiyê de dixwûnin