Tîma stêrknasî û astrofîzîkê ya Îranê bû qaremana cîhanê
Çirî 04, 2026 18:41 Asia/Tehran
Tîma Îranê di nozdehemîn dewra Olîmpiyada Cîhanî ya Stêrknasî û Astrofîzîkê li Hanoya Vîetnamê, ji bo sêyemîn sala li pey hev bû qaremana cîhanê.
Di vê dewra rikeberiyan da, 320 xwendekar ji 66 welatên cîhanê amade bûn ku tîma Îranê karî 5 mîdalên zêr bi dest bixe.
Sarîna Elem Pûr, Mihemed-Hisên Husênî, Hîrbod Fûdazî, Hisên Mesûmî û Erşiya Mîrşemsî Kaxkî endamên tîma şandî bo rikeberiyan bûn.