Tîma neteweyî ya Volîbola Îranê bû qaremana Lîstikên Asyayê
Çirî 03, 2026 18:26 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya Volîbola Îranê di fînala Lîstikên Asyayê yên 2026an a Nagoyayê da li hember Japonê bi ser ket û gihîşt mîdala zêrê ya van pêşbirkan.
Di roja çardehem û dawîn roja Lîstikên Asyayê yên 2026an a Nagoyayê da, Tîma neteweyî ya Volîbola Îranê di lîstika fînalê da çû pêşberî tîma neteweyî ya Japonê ku ev pêşbirk bi encama 3-1 ser xêra Îranê bi dawî bû û nozdehemîn mîdala zêrê ya Lîstikên Asyayê yên 2026an a Nagoyayê ji bo karwanê Îranê hat bidestxistin. Ev çaremîn serkeftina Tîma neteweyî ya Volîbola Îranê di van pêşbirkan da ye.