Nagoya 2026; nûnerê guleşta ferengî ya Îranê mîdala zêr wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i360594-nagoya_2026_nûnerê_guleşta_ferengî_ya_Îranê_mîdala_zêr_wergirt
Di roja yazdehemîn a Lîstikên Asyayê yên Nagoya 2026an da, karwanê werzişê yê Îranê bû xwedî mîdaleke din a zêr.
(last modified 2026-09-30T19:25:47+00:00 )
Îlon 30, 2026 22:54 Asia/Tehran
  • Nagoya 2026; nûnerê guleşta ferengî ya Îranê mîdala zêr wergirt

Di roja yazdehemîn a Lîstikên Asyayê yên Nagoya 2026an da, karwanê werzişê yê Îranê bû xwedî mîdaleke din a zêr.

Emîn Mîrzazade, endamê tîma guleşta ferengî ya Îranê, di lîstika fînalê da bi têkbirina hevrikê xwe yê ozbekî, mîdala zêr a van pêşbirkan bi dest xist. Mecîd Wehîd Birîmanlû di fînala giranîya 66 kg a kûraşê da jî çû lîstika bi Bobokûlanov ji Tacîkistanê ra û bi bidestxistina serkevtinê di vê lîstikê da gihîşt mîdala zêrê. Di pêşbirkên din da, Mihemed Miqedesî di avjeniya ji sekoya deh mitrî da bi cihgirtina di rêza dehemîn da gihîşt fînalê.