Fûtsala Îranê bû qaremana Lîsstikên Hevgirtina Îslamî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i357039-fûtsala_Îranê_bû_qaremana_lîsstikên_hevgirtina_Îslamî
Lîstikvanên Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê di pêşbirka dawiyê ya Lîstikên Hevgirtina Îslamî da karîn bi serkeftina li hemberî Mexribê, bibin qareman û mîdala zêr bi dest bixin.
(last modified 2025-11-12T08:31:49+00:00 )
Tesrîn 12, 2025 11:57 Asia/Tehran
  • Fûtsala Îranê bû qaremana Lîsstikên Hevgirtina Îslamî

Lîstikvanên Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê di pêşbirka dawiyê ya Lîstikên Hevgirtina Îslamî da karîn bi serkeftina li hemberî Mexribê, bibin qareman û mîdala zêr bi dest bixin.

Di vê pêşbirkê da ku li bajarê Riyaza paytexta Erebistanê hat lidarxistin, şagirdên Wehîd Şemsayî bi lîstikeke hevgirtî, hişmendane û serkeftî karîn li hemberî hevrika xwe ya bihêz ku di rêzebendiya FIFA'yê da wek tîma şeşem a cîhanê tê naskirin, bi encama 5-0 bi ser kevin.

Herwiha di pêşbirka rêzbendiyê ya van lîstikan da, Tîma Neteweyî ya Ozbekistanê karî bi serkeftina li hemberî Tîma Neteweyî ya Erebistanê, di pileya sêyem da cih bigire.