Pirtûka Selîm Temo ‘112 Hesp û Xezelek’ derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i344029-pirtûka_selîm_temo_112_hesp_û_xezelek’_derket
Pirtûka nû ya nivîskar Selîm Temo “112 Hesp û Xezelek” belav bû. Ev berhema helbestan ji aliyê Weşanên Darayê ve hat amadekirin û çapkirin.
(last modified 2023-10-07T13:10:23+00:00 )
Çirî 07, 2023 16:35 Asia/Tehran
  • Pirtûka Selîm Temo ‘112 Hesp û Xezelek’ derket

Pirtûka nû ya nivîskar Selîm Temo “112 Hesp û Xezelek” belav bû. Ev berhema helbestan ji aliyê Weşanên Darayê ve hat amadekirin û çapkirin.

Selîm Temo, du sal piştî çapa “Pûnga li Bajêr” bi pirtûkeke nû ya helbestan hat pêşberî xwîneran.

Navê pirtûka nû ya Selîm Temo “112 Hesp û Xezelek” e û îlham ango besta xwe ji hespên dîrok û çanda Kurdan girtiye.

Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.

Pirtûka nû ya Selîm Temoyî, 112 Hesp û Xezelek, ji Weşanên Darayê derçû.