Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê di pêşbirkên asyayî da bû qareman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341526-tîma_neteweyî_ya_guleşta_alîş_a_jinan_a_Îranê_di_pêşbirkên_asyayî_da_bû_qareman
Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê bi 4 mîdalên zîv û du bronzan di beşa klasîk da bû qaremana Asyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2023 15:06 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê di pêşbirkên asyayî da bû qareman

Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê bi 4 mîdalên zîv û du bronzan di beşa klasîk da bû qaremana Asyayê.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Pêşbirkên qaremaniya Asyayê yên Guleşta Alîş a Jinan di beşa klasîk da roja Duşemiyê li Uzbekistanê dest pê bûn.

Îro û di dawiya beşa klasîk da Sipêde Babayî, Umulbenîn Muhsinî, Riqeye Mehmûd-Abadî û Reyhane Gîlanî mîdala zîv, Seher Xenîzade û Izet Qurbanî jî mîdala bronz wergirtin.

Alîş guleşteke xwecihî li Asyaya Navîn e ku jê ra Guleşa digel Şalê jî tê gotin.

Qanûn û rêzikên vê guleştê ji aliyê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê (UWW) va tên darêştin.