Fîlma îranî ya bi navê Laminor di Mêhrigana Bengaluru`yê da hat wergirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340224-fîlma_îranî_ya_bi_navê_laminor_di_mêhrigana_bengaluru_yê_da_hat_wergirtin
Fîlma sînemayê ya bi navê Laminor a ji Îranê yê di Dewra Çardan a Mêhrigana Fîlman a Bengaluru`yê were nîşandayîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2023 10:46 Asia/Tehran
  • Fîlma îranî ya bi navê Laminor di Mêhrigana Bengaluru`yê da hat wergirtin

Fîlma sînemayê ya bi navê Laminor a ji Îranê yê di Dewra Çardan a Mêhrigana Fîlman a Bengaluru`yê were nîşandayîn.

Dewra Çardan a Mêhrigana Fîlman a Bengaluru`yê yê ji 23 heta 30yê Adarê li Hindê were lidarxistin.

Fîlma Laminor`ê ku Daryûş Mêhrcûyî kargêrî û dîrektorîya wê kirîye, berî vîya di Mêhriganên Goa, Chennai yên Hindê û Mosin a Beljîkê da hatîye nîşandayîn.

Laminor 27emîn fîlma demdirêj a Daryûş Mêhrcûyî ye ku Riza Durmuşîyan jî prodoktorîya wê kirîye. 

Naveroka vê fîlmê derbara hezkirina mûzîkê da ye û keçikeke ciwan hejî mûsîqîyê dike lê bavê wê dijî vê yekê derdikeve û bi awayekî berdewam keça xwe bisînor û tepeser dike.