Îraniyê herî pêşîn li bin qeşayên Cemsera Bakur xewasî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340015-Îraniyê_herî_pêşîn_li_bin_qeşayên_cemsera_bakur_xewasî_kir
Bo cara herî pêşîn îraniyekî li nav ava bin qeşayên xeleka cemserî ya Sîberyayê û Deryaya Baykalê ya Cemsera Bakur xewasî kir û alaya Komara Îslamî ya Îranê di bin avê da hejand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2023 12:52 Asia/Tehran
  • Îraniyê herî pêşîn li bin qeşayên Cemsera Bakur xewasî kir

Bo cara herî pêşîn îraniyekî li nav ava bin qeşayên xeleka cemserî ya Sîberyayê û Deryaya Baykalê ya Cemsera Bakur xewasî kir û alaya Komara Îslamî ya Îranê di bin avê da hejand.

“Hoşeng Deştî” xewasê îranî ku hevdem digel salvegera Deheya Fecrê û Serkeftina Înqilaba Îslamî serdana Moskowayê û piştra Deryaya Baykalê ya Cemsera Bakur kiribû, wek xewasê herî pêşîn ê ji Îranê, piştî birrîn û şikandina qeşayên cemserê, di avên bin qeşayê yên vê deryayê da xewasî kir û ev şanazî li ser navê xwe û Îranê tomar kir.

Deryaya Baykalê li herêma Sîberyayê ya Cemsera Bakur ji 25 heta 30 miliyon sal kevnatiya wê ye û ji binê wê fosîl û berateyên deynesor û mamûtên beriya dîrokê hatine keşifkirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Belgefîlmeke bi navê “Serdana bo Cemserê” jî ji vê rêwîtiyê hatiye çêkirin ku qonaxên amadekirina teknîkî derbas dike.