Keçika tekwandokar a îranî medala pêşbirkên Asyayê bi dest xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334807-keçika_tekwandokar_a_îranî_medala_pêşbirkên_asyayê_bi_dest_xist
Tekwandokara îranî bi wezna 53 Kg medala zêr a pêşbirkên qehremaniya Asyayê bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2022 15:29 Asia/Tehran
  • Keçika tekwandokar a îranî medala pêşbirkên Asyayê bi dest xist

Tekwandokara îranî bi wezna 53 Kg medala zêr a pêşbirkên qehremaniya Asyayê bi dest xist.

Li gor nûçeya Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê; 25mîn dewra pêşbirkên tekwandoyê yên Asyayê îro Înê li bajarê Çançeon a Koreya Başûr bi beşdariya 386 tekwandokarên 34 welatan dest pê kir.

“Nahîd Kiyanî” nûnera Îranê li wezinê bin 53 Kg, bi rikberiya li hember hevrikên xwe, medala zêr a Asyayê bi dest xist.

Kiyanî di fînalê de bi serketina (7-2, 17-13) li hember Charos Kamayova yê Uzbekistanê madala zêr bi dest xist

Pêştir Danyal Bozorgî di weznê bin 68 Kg û Zehra Şeydaî di weznê bin 57 Kg de madala tûnc bi dest xistin.