Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê destpê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333855-festîvala_fîlmên_kurdî_ya_amsterdamê_destpê_dike
Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê 13'ê Gulanê destpê dike. Di festîvalê de wê 25 fîlm bêne nîşandan û gelek çalakiyên çandî jî bêne lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2022 08:15 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê 13'ê Gulanê destpê dike. Di festîvalê de wê 25 fîlm bêne nîşandan û gelek çalakiyên çandî jî bêne lidarxistin.

Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê (AKFF) 13ê Gulanê destpê dike û heta 15ê Gulanê berdewam dike û biryar e çend fîlmên kurdî yên xelatgirtî jî bêne pêşandan.

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê Rêber Doskî ji Rûdawê re ragihand ku festival di 13-15ê Gulanê de wê were lidarxistin.

Derhênerê Kurd Rêber Doskî da zanîn ku festîval li bajarê Amsterdam li Sînema Krtelhaus bi fîlma “Cîran” Derhênerê sînameyî yê ji Kurdistana Sûriyê Mano Xelîl dest pê bike. 

Rêber Doskî diyar kir ku ew ji Kurdên ku li Holanda dimînin dixwazin ku di festîvalê de beşdar bibin û got: “Em dixwazin bi rêya fîlman pireke navbera çanda Holanda û Kurdî de ava bikin.”

Di festîvala îsal de fîlmên metraj dirêj, kurtêfîl, belgefîlm û anîmasyon bên peşandan.