Zarokê kirmaşanî di pêşbirka şêwekariyê ya Japonê da xelat wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333153-zarokê_kirmaşanî_di_pêşbirka_şêwekariyê_ya_japonê_da_xelat_wergirt
Zarokê hunermend ê Navenda Perwerdehiya Fikirî ya parêzgeha Kirmaşanê ya Îranê di dora 12an a pêşbirka navneteweyî ya şêwekariya Jîngehê ya bi navê Kao li Japonê xelat wergirt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2022 06:21 Asia/Tehran
  • Zarokê kirmaşanî di pêşbirka şêwekariyê ya Japonê da xelat wergirt

Zarokê hunermend ê Navenda Perwerdehiya Fikirî ya parêzgeha Kirmaşanê ya Îranê di dora 12an a pêşbirka navneteweyî ya şêwekariya Jîngehê ya bi navê Kao li Japonê xelat wergirt.

Li gorî rapora IRNAyê, Mehnaz Fetahî, Rêvebera giştî ya Navenda Perwerdehiya Fikirî ya zarok û nûciwanan a parêzgeha Kirmaşanê roja Duşemê got: Kiyan Cemşîdpûr zarokê hunermend ê 10 salî yê kirmaşanî di pêşbirka şêwekariyê ya bi mijara "Werin em bi hev ra jîngeha xwe mayînde bikin!" da ku sala 2021ê hat lidarxistin, di nava heft hezar û 9 berhemên ku bo festîvalê hatin şandin da, karî xelat wergire.

Fetahiyê her wiha got: Ji bilî Kiyan Cemşîdpûr, du zarokên îranî yên din jî karîn xelata dostiyê ya ECO'yê ji dora 12an a pêşbirka şêwekariya jîngehê ya Kao wergirin.