Pêşwaziya ji Newrozê li gundê Çişmîdera Parêzgeha Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332200-pêşwaziya_ji_newrozê_li_gundê_Çişmîdera_parêzgeha_kurdistanê
Her sal gelê gundê Çişmîdera Hewramanê li parêzgeha Kurdistanê, kêmtir ji mehekê mayî li yekemîn roja Ferwerdînê û sersalê diçin pêşwaziya sala nû û bi merasima kevneşopî û dîlan û mûzîka kurdî, kevneşopiya Newrozê pîroz dikin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 26, 2022 08:29 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya ji Newrozê li gundê Çişmîdera Parêzgeha Kurdistanê

Her sal gelê gundê Çişmîdera Hewramanê li parêzgeha Kurdistanê, kêmtir ji mehekê mayî li yekemîn roja Ferwerdînê û sersalê diçin pêşwaziya sala nû û bi merasima kevneşopî û dîlan û mûzîka kurdî, kevneşopiya Newrozê pîroz dikin.

Gundê Çişmîderê li herêma tûrîstî ya Hewramanê ye û ji ber mewqiya xwe ya cografyayî germtir ji deverên din e û giya li wir zûtir şîn dibin.

Çişmîder gundekî beşa navendî ya Şaristana Serv Abadê ye û 130 kîlomitran dûrî Sineya navenda parêzgeha Kurdistanê ye.

 

Li gorî rapora IRAN Pressê, Gelê gundê Çişmîderê li ser vê bawerê ne ku bi şînbûna giyayan û jiyana nûli xwezayê, sala nû ya wan e û her salê vê cejnê pîroz dikin.

Îsal jî ev merasim bi cihanîna bernameyên cûr bi cûr hat lidarxistin. Lixwekirina cil û bergên kurdî bi awayê wekhev ku nîşana dostî û hevgirtina gelê vê deverê ye, ev cejn bedewtir kiribû.