Sê îranî li Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê hatin tayînkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i329734-sê_îranî_li_konfederasiyona_tenîsa_ser_maseyê_ya_asyayê_hatin_tayînkirin
Sê îranî li Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê (ATTU) hatin tayînkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2021 07:13 Asia/Tehran
  • Sê îranî li Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê hatin tayînkirin

Sê îranî li Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê (ATTU) hatin tayînkirin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Di civîna vê dawiyê ya Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê (ATTU) ku doh şemiyê hat lidarxistin, sê îranî wek endamên sereke hatin tayînkirin û Îran bû xwediyê kursiya asyayî.

Fatime Keyvanî wek Serokê Komîteya nûdamezirandî ya beranberiya zayendî (beşa jinan) hat bijartin.

Mêhrdad Babadîvend wek endamê sereke yê Komîteya fêrkar û xortan a Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê (ATTU) hat bijartin û Sîmîn Rezayî jî wek endamê sereke yê Komîteya teknîkî û hekeman li Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê (ATTU) bû xwedîkursî.

 

Beriya vêya Efşîn Bedî'î bû Sekreterê giştî yê Konfederasiyona Tenîsa ser maseyê ya Asyayê (ATTU).