Beşdariya hekemê îranî di Kupa cîhanî ya Fûtbala Ereb-2021ê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i329577-beşdariya_hekemê_îranî_di_kupa_cîhanî_ya_fûtbala_ereb_2021ê_da
Hekemê îranî yê fûtbalê dê li Kupa cîhanî ya Fûtbala Ereb-2021ê hekemtiyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2021 07:34 Asia/Tehran
  • Beşdariya hekemê îranî di Kupa cîhanî ya Fûtbala Ereb-2021ê da

Hekemê îranî yê fûtbalê dê li Kupa cîhanî ya Fûtbala Ereb-2021ê hekemtiyê bike.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ISNAyê, Lîsteya hekemên fermî yên pêşbirkên Kupa cîhanî ya Fûtbala Ereb-2021ê hat ragihandin û tê da navê Elîreza Fexanî hekemê îranî hevrê di gel 11 hekemên din tê dîtin.

Kupa Ereb wek dora dehem a pêşbirkên fûtbalê navbera welatên erebî tê lidarxistin û ev dora yekem a pêşbirkan e ku di bin piştgirî û navê FIFA'yê tê lidarxistin û Elîreza Fexanî hekemê navneteweyî yê Fûtbala Îranê hevrê digel 11 hekemên din ji cîhanê, dê hekemtiya van pêşbirkan bikin ku ji 30ê Mijdarê heta 18ê Kanûna 2021ê li Dûheya Qeterê bên lidarxistin.

Qeter, Oman, Iraq û Behryên Koma Yek, Tûnis, Imarat,  Sûriye û Morîtanî  koma  2, Merakeş, Erebistan, ,Urdin û Filistîn Koma 3 û Cezayîr, Misir,  Libnan û Sûdan di Koma Çar a van pêşbirkan da ne.