Euro 2020; Hakêmên fînal û nîvfînalê diyar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327460-euro_2020_hakêmên_fînal_û_nîvfînalê_diyar_bûn
Tûrnûvaya fûtbolê ya Ewropayê "Euro 2020" ku ji aliyê UEFA'yê ve tê birêvebirin didome. 6 û 7'ê mehê pêşbirkên nîv fînalê dê werin lîstin. Niha hakêmên van pêşbirkan hatin eşkerekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2021 03:40 Asia/Tehran
  • Euro 2020; Hakêmên fînal û nîvfînalê diyar bûn

Tûrnûvaya fûtbolê ya Ewropayê "Euro 2020" ku ji aliyê UEFA'yê ve tê birêvebirin didome. 6 û 7'ê mehê pêşbirkên nîv fînalê dê werin lîstin. Niha hakêmên van pêşbirkan hatin eşkerekirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, UEFA'yê ji bo pêşbirkên nîv fînal û fînalê yên tûrnûvaya Euro 2020 hakêmên xwe eşkere kirin. Li gor agahiya ku hatiye belavkirin pêşbirka Îtalya û Spanyayê dê hakêmê alman Feliks Brych bi rê ve bibe. Ev pêşbirk 6'ê mehê tê lîstin.

Pêşbirka din a nîv fînalê jî di navbera Îngilistan û Danîmarkayê de ye ku ev jî 7'ê mehê dê bê lîstin. Hakêmê vê pêşbirkê hakêmê hollandî Danny Makkelie ye.

Pêşbirka fînalê ya tûrnûvayê jî dê teslîmê hakêmê hollandî Bjorn Kuipers bikin. Kuipers berê fînala pêşbirka Lîga Şampiyonan û Kûpaya Super bi rê ve biribû.