May 16, 2021 12:21 Asia/Tehran
  • Fûtbalîstê îranî bû baştirîn lejiyonerê hefteyê yê Asyayê

Êrîşkerê îranî yê tîma Portoya Portekîzê wek baştirîn lijyonerê hefteya Asyayê hat bijartin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mehdî Tarimî fûtbalîstê îranî yê Tîma Fûtbala Portoya Portekîzê di rapirsîna malpera Konfederasiyona Fûtbala Asyayê da bi wergirtina sedî 63 dengan Son Hiyong Mîn fûtbalîstê koreyî yê Tatinhamê wêda danî û wek baştirîn lijiyonerê hefteyê yê Asyayê hat bijartin.

Pêştir ji vê ya Tarimî sê caran ev xelat bi dest xistibû.

Seîd Izetullahî û Emîr Abidzade lijiyonerên din ên îranî di vê rapirsînê da bi rêzê bi wergirtina sedî 8 û 7ê dengan, di rêzên sêyem û çarem da cih girtin.

 

Serepeyv