Dalkurd dest bi kampaniyeke zêdekirina endamên xwe kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323940-dalkurd_dest_bi_kampaniyeke_zêdekirina_endamên_xwe_kiriye
Beriya çend rojan birêvebriya Yekîtiya Futbolê ya Dalkurd li Swêdê ya nû ragihand ku ew dê nav û logoya Dalkurdê biguhorin û navê wê bikin Brati. Ev jî bû sebeba nerazîbûneke mezin di nav kurdên Swêdê de.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2021 06:28 Asia/Tehran
  • Dalkurd dest bi kampaniyeke zêdekirina endamên xwe kiriye

Beriya çend rojan birêvebriya Yekîtiya Futbolê ya Dalkurd li Swêdê ya nû ragihand ku ew dê nav û logoya Dalkurdê biguhorin û navê wê bikin Brati. Ev jî bû sebeba nerazîbûneke mezin di nav kurdên Swêdê de.

Ev çend roj in kampaniyeka mezin jî di nav kurdên Swêdê de ji bo zêdekirina endam û aboneyên Dalkurdê bi rê ve diçe.

Mamosteyê kurdiyê li Stockholmê Remzî Kerîm yek ji çalakvanên vê kampaniyê dibêje ew bi vê yekê dixwazin Dalkurdê xort bikin.

Yekîtiya Futbolê ya Dalkurd klûbeke futbolê ya kurdî-swêdî ye. Di sala 2004'an de li Borlangeya Swêdê ji aliyê kurdên diyasporayê ve hatiye sazkirin. Di 2008'an de nêzîkî nîvê tîmê ji kurdên ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ne, bû.