Fexanî di sala 2020-an de li Asyayê dawerê herî baş
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i322554-fexanî_di_sala_2020_an_de_li_asyayê_dawerê_herî_baş
Elîreza Fexanî di sala 2020-an de wekî dawerê herî baş ê futbola Asyayê hate destnîşan kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Fexanî di sala 2020-an de li Asyayê dawerê herî baş

Elîreza Fexanî di sala 2020-an de wekî dawerê herî baş ê futbola Asyayê hate destnîşan kirin.

Li gorî IRNA roja Pêncşemê, Federasyona Navneteweyî ya Statîstîk û Dîroka Futbolê di rojên herî dawiyê yên sala 2020 de, çêtirînên vê werzîşê(futbolê) li seranserê cîhanê hildibijêre û dide nasandin.

Li dû danasandina baştirînên vê werzişê li cîhanê, Alîreza Fexanî, dawerê navneteweyî yê futbola Îranê, di sala 2020-an de wekî dawerê çêtirîn yê parzemîna kevnar (Asyayê) hate destnîşan kirin.

Berî vê, Sardar Azmûn jî di nav tîma hilbijartî ya salê ya Asyayê de cih girtibû.