Komîteya Çand û Hunerê beşdarên dewreya hunerî xelat kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i322520-komîteya_Çand_û_hunerê_beşdarên_dewreya_hunerî_xelat_kirin
Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê kesên ku dewreya muzîk, stran, nivîsa bi xeta erebî û wênesaziyê bi dawî kir, xelat kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2020 06:36 Asia/Tehran
  • Komîteya Çand û Hunerê beşdarên dewreya hunerî xelat kirin

Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê kesên ku dewreya muzîk, stran, nivîsa bi xeta erebî û wênesaziyê bi dawî kir, xelat kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Şahiya derçûnê îro li hola Komîteya Çand û Hunerê ya li başûrê Minbicê hat lidarxistin û bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê beşdar bûn.

30 xwendekar beşdarî dewreyê bûn ku 8 mehan dewam kir.

Cîgira Komîteya Çand û Hunerê Zeyneb El-Hemo îşaret bi girîngiya hunerê di parastina çanda gelan de kir û got: “Nivîsandin, muzîk, wênesazî û stranbêjî çandek e ku divê em xwe fêr bikin û biparêzin. Xeta nivîsandinê hunereke xweşik e ku girîngîdayîna ziman nîşan dide, muzîk jî zimanê gelan e.”

Kesên ku dewre bi dawî kiriye, gelek tabloyên ku xêz kirin û nivîsên bi xetên erebî û gelek awaz û stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de, Komîteya Çand û Hunerê beşdarên dewreyê xelat kirin.