Li Hesekê pêşangeha çand û folklore pêkhateyan
Li Hesekê pêşangeha cil û berg û amûrên folklorî yên pêkhateyên herêmê hate vekirin. Her wiha şanoyeke li ser“Şeva Hineyê” hate pêşkêşkirin.
Bi dirûşma “Çand giyan û wijdanê bîra gelan e û qêrîna wê ya ji bo çaranûsa xwe ye”, Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê pêşangeha cil û bergan û amûrên folklorî û hunerî yên pêkhateyên herêmê vekir.
Berpirsên pêşangehê diyar kirin ku armanca pêşangehê, parastina çanda pêkhateyên herêmê, vejandina çanda pêşiyan e.
Pêşangeh li meclisa bajarokê Sefiye hate vekirin. Bi dehan endamên navend û saziyên sivîl ên bajêr tev lê bûn. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a meclisa Sefiye Abdullatîf El-Zewba û endama rêveber a Komîteya Çand û Hûnerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî axivîn.
Piştî bidawîbûna axaftinan, helbestvan Ferhad Merdê helbestên neteweyî ku girêdana pêkhateyên herêmê bi axa welêt piştrast dikin vegot. Piştre pêşangeh ji hêla dayîka şehîd Hisên Fatme Ebdî ve hate vekirin.
Di dawiya pêşangehê de jinên ciwan şanoyek girêdayî “Şeva Hineyê” ya girêdayî çanda pêkhateyên herêmê pêşkêş kir û zaroka bi navê Sara Silêman stranek pêşkêş kir.