Li Reqayê turnuveya fûtbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i319650-li_reqayê_turnuveya_fûtbolê
Di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de, Meclisa Ciwanên Reqa û gundewarên wê turnuveya futbolê li bajarokê Ekrîşî yê başûrê Reqayê organize kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2020 22:03 Asia/Tehran
  • Li Reqayê turnuveya fûtbolê

Di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de, Meclisa Ciwanên Reqa û gundewarên wê turnuveya futbolê li bajarokê Ekrîşî yê başûrê Reqayê organize kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Bi dehan tîmên bajarê Reqa û gundewarên wê beşdarî turnuveyê bûn.

Beriya turnuve dest pê bike, deqeyeke rêz hate girtin. Piştre bi navê Meclisa Ciwanên Reqa û Gundewarê wên, hevserokê meclisê Miwefeq Silêman axivî û got: "Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên li dijî şerê taybet ê li dijî ciwanan tê meşandin de tê."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Meclisa Ciwanên Reqayê dê çalakiyên werzîşê ku piraniya wan hatibûn rawestandin, dewam bike.

Pêşbirkênên turnuveyê dê di nava mehekê de rojekê lîstikeke li stada bajarokê Ekîrşî were lidarxistin.