Bayern Mûnîx bi sedî 100 serketinê bû Qehremana qehremanan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i318927-bayern_mûnîx_bi_sedî_100_serketinê_bû_qehremana_qehremanan
Taxima Fûtbala Bayern Mûnîxa Almanyayê bû yekem taxima dîroka Lîga Qehremanên Fûtbala Ewropayê ku rekorda sedî 100 serketinê li van pêşbirkan bi dest tîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2020 04:28 Asia/Tehran
  • Bayern Mûnîx bi sedî 100 serketinê bû Qehremana qehremanan

Taxima Fûtbala Bayern Mûnîxa Almanyayê bû yekem taxima dîroka Lîga Qehremanên Fûtbala Ewropayê ku rekorda sedî 100 serketinê li van pêşbirkan bi dest tîne.

Li gorî rapora ISNAyê, Taxima Fûtbala Bayern Mûnîxa Almanyayê karî bi serketina li hemberî PSG (Paris Saint German) a Fransatyê bibe qehremana Lîga Qehremanên Ewropaayê û Sisêkiya vê demsala Fûtbala Ewropayê bi dest bîne.

Bi vî awayî Taxima Fûtbala Bayern Mûnîxa Almanyayê rekordeke nû bi dest xist; Vê taximê gişt pêşbirkên xwe di  Lîga Qehremanên Fûtbala Ewropayê da birin.

Ev cara 6an a ku Bayern Mûnîx dibe qehremana Lîga Qehremanên Fûtbala Ewropayê.

Bi vî awayî Bayern Mûnîx û Sêviyaya Spanyayê (Sevilla) dê pêşbirka Sûperkupa Ewropayê li dar bixin.