Alîkarê Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê ji ber nexweşiya Şêrpenceyê mir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i316380-alîkarê_serokê_yekîtiya_cîhanî_ya_guleştê_ji_ber_nexweşiya_Şêrpenceyê_mir
Zêno Zênov, Alîkarê Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê yê ji Bulgaristanê ji ber tûşbûna bi nexweşiya Şêrpenceyê (kanser) mir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2020 09:54 Asia/Tehran
  • Alîkarê Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê ji ber nexweşiya Şêrpenceyê mir

Zêno Zênov, Alîkarê Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê yê ji Bulgaristanê ji ber tûşbûna bi nexweşiya Şêrpenceyê (kanser) mir.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê malpera Federasiyona Guleştê, Zêno Zênov ku demekê Serokê Federasiyona Guleşta Bulgaristanê bû û ji sala 2002an va jî wek endamekî payeberz ê

FILA'ya berê û Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê mijûl bû, di 79 saletiya xwe da ji ber tûşbûna bi Şêrpenceyê emrê Xwedê kir.

Blûçû Goranoc, Sêkrêtirê giştî yê Komîteya Olempîka Bulgaristanê nûçeya mirina Zênov, Alîkarê Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê ragihand û piştarst kir.