Hezîran 30, 2020 15:26 Asia/Tehran
  • Nemekî: Îranê gavên girîng ji bo çêkirina vaksena Covid-19 rakiriye

Wezîrê Tendirustî û Pizişkiya Îranê got: Îranê gavên girîng ji bo çêkirina vaksena Covid-19 rakirine û bi zûtî wê vê vaksen li ser mirov testê bike.

Wezîrê Tendirustî û Pizişkiya Îranê Dr. Seîd Nemekî îro di merasima vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Dewa û Dermanan ya "Farmax a Rojavayê Asaya 2020" li Tehranê  bal kişand ser xebata lêkolên îranî ji bo berhemanîna veksena Covid-19 (Korona) û got: Testkirina vê vaksenê li ser heywanan bi serketin bûye û bi zûtî testkirina wê li ser mirov wê despê bibe.

Wezîrê Tendirustî û Pizişkiya Îranê herwiha bal kişand ser zêdebûna berhemanîna dewa û dermanan li Îranê û got: Di rewşa dijwar a boykotan ti nexweşek li Îranê ji bo bidestxistina dewa û derman neketiye astengiyê.

Nemekî desnîşan kir ku Îran di warê berhemanîna madên despêkê û yên bi bandor yên dewa û dermanan welatekî bi hêz li navçê ye û got: Roja îro bi saya hewldan û xebata zanyarên me û kompaniyênavabûyî li gor bingeha zanistê Îran bûye welatekî girîng di warê derfirotina madên dermanî.

Wezîrê Tendirustî û Pizişkiya Îranê got: Di dewrana pandemiya Koronayê li cîhanê bi saya xebata ciwanên îranî û kompaniyên berhemanînê Îranê karî di mideha 60 rojan de ku dewa û derman û kelûpelên xwe yên dixtorî û parastina li ber Koronayê ji derve dikirî, niha wan cure kelûpel û dermanan bifiroşe welatên din.  

Pêşangeha Navneteweyî ya Dewa û Dermanan ya "Farmax a Rojavayê Asaya 2020"  bi beşdariya berhemhêner û pisporên vê pêşeyê û bi beşdariya mecazî ya Wezîrê Tendirustî û Pizişkiya Îranê li Tehranê vebû.