Tîrmeh 08, 2020 17:17 Asia/Tehran
  • Aqubet Xelata diravî ya perspolîsiyan dan

Xelata diravî ya lîstikvanên tîma Perspolîsê ji ber deh serketinên wan ên dawiyê li hesabên wan ên bankî razandin.

Pirsgirêkek ya vê dawiyê ya Klûpa Perspolîsê dayîn xelata diravî ya lîstikvan û endamên wê ji ber encamên baş ên bidestxistî li Super Lîgê bû . 

lîstikvan û endamên vê tîmê ji bo standina vê xelata xwe ya diravî çendîn rûniştin bi rayedarên tîmê li dar xistin.

Mehdî Resûlpenah duh li gotûbêja bi nûçegihanan re diyar kir ku ev xelata diravî ya perspolîsiyan heya nivroya çarşemê anku îro wê di hesabên wan de were razandin.

Li gor rêketinnamê biryare ku xelata diravî ya lîstikvanên biyanî divê bi dolar were dayîn, lê belê xelata wan jî bi rial hatiye dayîn.