-
Şidet û pevçûnên li Suweydayê
Tîrmeh 22, 2025 06:55Di encama pevçûnên bixwîn di navbera dirûzî û eşîrên ereb li parêzgeha Suwêyda ya Sûriyê de heta nika zêde ji 1265 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
-
Suweyda- Zêde ji hezar meyt li kolanan mane
Tîrmeh 21, 2025 11:44Heta nika zêde ji 450 meyt bo nexweşxaneya Suweydayê hatine veguhestin û nasnama bi dehan meytî jî hê nehatîye kivşkirin.
-
Meclisa Leşkerî ya Suweydayê: Em dê berxwedanê bidomînin; civaka cîhanî tenê li cinayetan temaşe dike
Tîrmeh 21, 2025 10:12Meclisa Leşkerî ya Suweydayê bal kişand ser berdewambûna şîdet û cinayetên dijî sivîlan û ji ber bêdengîya civaka cîhanî ya himber cinayetên cengê û jînosaydê rexne kir û xwest ku rêxistinên navdewletî demlidest bikevin dewrê.
-
Zêdebûna liv û tevgerên leşkerî li sînorên Sûrîyê
Tîrmeh 20, 2025 12:12Zêrevanîya Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku hêzên Rejîma Sîyonîst bi awayekî berfire li derdora navîn a Quneyterê bi cih bûne.
-
Tevî ragihandina agirbestê,Şer û pevçûn li Siwêdayê berdewam e
Tîrmeh 19, 2025 11:04Tevî ragihandina agirbestê ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve, wêne û vîdyo nîşan didin ku şer û pevçûnên di navbera hêzên Colanî û Dirûziyan li parêzgeha Swêdayê berdewam e
-
Dewama şer û pevçûna li başûrê Sûriyê/ Hişyariya Saziyên Îslamî derbarê xetera hilweşîna welêt
Tîrmeh 18, 2025 11:02Hevgavê dewama pevçûnên çekdarî li derdora bajarê Suweda ya Sûriyê saziyên Îslamî banga yekîtîya hêzên navxweyî yên Sûriyê û rawestana li ber projeyên cidatîxwaziyê li vî welatî kirin.
-
Banga Mazlûm Ebdî ya ji bo rawestandina şerê li Swêday;
Tîrmeh 17, 2025 14:22Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî wek berteka li hemner' pevçûn û êrişên dawî yên li parêzgeha Swêdayê, êrişa ser sivîlan û binpêkirina nirxên mirovan ji aliyê hêzên girêdayî Colaniyê ve hişyarî da û banga rawestandina bi lez a tundûtûjiyê û çareserkirina daxwazên civaka Dirûziyan bi rêya gotûbêjê kir.
-
Cinayetên Rejîma Siyonîst li Sûriyê û bêdengiya Colanî
Tîrmeh 16, 2025 13:42Mîs Krîdî, endama Komîteya Destûra Bingehîn a Civaka Sivîl, tekez kir ku cinayeta rayedarên Şamê li Swêdayê karê hikûmeta demkî ya Colanî ye da ku peyman û rêketinên wê û Rejîma Sîyonîst veşartî bîmînin.
-
Liv û tevgerên hêzên dagirker ên Amerîkayê di navbera Iraq û Sûriyê de
Tîrmeh 16, 2025 11:50Karwanekî wesayîtên leşkerî yên Amerîkayê ji Hesekê ber bi Iraqê ve çû.
-
Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Şamê
Tîrmeh 16, 2025 10:32Rejîma Siyonîst di berdewamiya cinayetên xwe de navçeyên curbicur ên Şamê, ji wan meydana sereke ya bajêr, avahiya Serfermandariya Artêşa Sûriyê û Qesra Serokkomariya vî welatî dan ber bombeyan.