-
Kampa El-Holê; Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 DAIŞ`iyên ku hewl didan ji Kampa Holê birevin girtin
Tebax 08, 2020 09:52Êvara înê 5 jinên DAIŞ`î yên rûsî hewl dan ji kampa Holê birevin. Navên wan ev in (Victora Nicola û sê zarokên wê, Aisha Ahmed Khan xwedî zarokek ê, Marit Murad tevî du zarokên xwe, Aisha Mawlid ku berî niha di nava DAIŞ`ê de bû û lingekî wê hatiye qutkirin û Hawa Muslim dêya zarokekî ).
-
Artêşa Tirkiyê li şûna 'Mala Êzidiyan' a li Efrînê dibistaneke olî vekir
Tebax 07, 2020 22:05Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komeleyeke Kiwêtê ku bi navê Komeleya "Şêx Abdullah Nûrî" tê naskirin û bi hevkariya ‘Destên Spî’ li Mala Êzidiyan a berê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî dibistaneke olî vedikin.
-
Li Sûriyê 61 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 07, 2020 21:48Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 61 kesên din li welêt bi Koronavîrusê(COVID-19) ketine.
-
Daxuyaniya "Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn" derbarê êrîşa Tirkiyê ser Qamişloyê
Tebax 06, 2020 21:18Îro dewleta Tirkiyê bi firokeyeke bêpîlot bajarê Qamişloyê kir armanc û şêniyek birîndar bû. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe yên rawestandina sûcên dewleta Tirkiyê, rabin.
-
Qerentîneya 14 rojî li Herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê
Tebax 06, 2020 07:13Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke nû jibo têkoşîna dijî Pandemiya Koronayê li Kurdistana Sûriyê, qerentîneya 14 rojî li Herêma Cizîrê sepand.
-
Karwanê çekan ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê bo Kurdistana Sûriyê hat şandin
Tebax 06, 2020 07:13Karwanê hilgirê alavên leşkerî û locêstîkî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê derbasî Qamişko, Heseke û Dêrazorê li Kurdistana Sûriyê bû.
-
Çemê Firatê - 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyê dewam dike
Tebax 05, 2020 23:27Tirkiye ji meha Gulanê ve rêjeya ava çemê Firatê ku derbasî erdên Sûriyê dibe, kêm kiriye. Ji ber ambargoya avê, welatiyên herêmê bi awayekê neyînî bandor dike û aloziya avê berdewam e.
-
Li rojavayê Girê Spî topbaran didome, sivîlek birîndar bû
Tebax 04, 2020 10:58Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundê Evdiko yê rojavayê bajarê 'Girê Spî' topbaran dikin.
-
Serêkaniya dagîrbûyî - Cesedê gulebarankirî yê çekdarê Tirkiyê hat dîtin
Tebax 04, 2020 07:35SANA Newsê ragihand ku cesedê gullebarankirî yê eskerekî Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê hat dîtin.
-
‘Divê cîhana îslamê li hemberî komkujiyên dewleta Tirkiyê bisekin e’
Tebax 04, 2020 04:52“Sûcên ku Erdogan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, li dijî qanûnên navdewletî û nirxên ola îslamê ne. Em bang li cîhana Îslamê û oldarên li Tirkiyê dikin ku li hemberî van sûcan bisekinin.”