-
‘Qutkirina avê li ser Hesekê sûcek e li dijî mirovahiyê’
Tebax 28, 2020 23:54Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El- Yusif got: “Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê av li ser Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê qut kirine. Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku demildest helwestek cidî nîşan bidin, ji bo ku kiryarên dewleta Tirkiyê rawestînin.”
-
Amerîkayê ji Rûsyayê daxwaz kir li Sûriyê neyên hember hev
Tebax 28, 2020 11:12Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûsyayê daxwaz dike; bi hev re xwe ji pevçûnên hev ên li Sûriyê dûr bixin. Ev jî piştî wê yekê ye ku çend roj berê li bakurê Sûriyê di navbera leşkerên Amerîkayê û Rûsyayê de alozî çêbûbû.
-
Civînên komîteya destûrê berdewam dikin
Tebax 28, 2020 05:57Nûnerê NY'yê yê taybet ji bo Sûriyê Geir Pederson duh ragihand: Civînên komîteya destûra bingehîn îro(pêncşemê) piştî nîvro dewam dikin.
-
Dewriyeya Rûsya û dewleta Tirkiyê li rojavayê Kobanê dest pê kir
Tebax 27, 2020 14:25Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Artêşa Tirkiyê dest bi dewriyeyeke hevbeş li rojavayê bajarê Kobanê li sînorên Sûriyê û Tirkiyê kir.
-
Almanya: Divê Yewnanistan û Tirkiye keştiyên xwe ji Deryaya Spî bikişînin
Tebax 27, 2020 14:25Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas tekez kir ku divê Yewnanistan û dewleta Tirkiyê keştiyên xwe ji rojhilatê Deryaya Spî bikişînin.
-
Şaneya Aloziyê dê ji sibê ve qedexeya derketina derve ya li herêma Cizîrê rake
Tebax 27, 2020 10:05Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku qedexeya derketina derve dê ji sibê de bi temamî rabe. Şaneyê diyar kir ku divê welatî tedbîrên xweparastina ji KoronaVîrûsê bigirin.
-
Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine
Tebax 27, 2020 10:04Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" daneyên KoronaVîrûsê yên 24 saetên derbasbûyî aşkera kir û da zanîn ku 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine.
-
Pêgiriya Bişar Esed û Falih Feyaz li ser pêwîstiya jinavbirina têrorîsmê li navçeyê
Tebax 26, 2020 16:27Serokomarê Sûriyê û Serokê Rêxistina Heşda şeibiya Iraqê li ser girîngiya têkoşîna dijî têrorîsmê û hevkariyên aborî û ewlehiyê pêgirî kir.
-
Sûriye; Li Reqayê goreke din a komî ya qurbaniyên DAIŞ’ê hate dîtin
Tebax 26, 2020 16:18Tîma Destwerdana Lezgîn a Meclisa Sivîl a Reqayê li rojavayê Reqayê goreke din a komî dît. Gora komî bi piranî ji cenazeyên jinên di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hatine qetilkirin, pêk tê û nasnameyên wan ne diyar in.
-
Bakurê Sûriyê; Li Efrîna dagîrbûyî 3 ciwan hatin revandin
Tebax 26, 2020 16:16Hêzên Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê piştî serdegirtina malan, 3 ciwan ji gundên Efrînê revandin.