-
Terorîzm û DAIŞ hincetên mayîna Amerîkayê li Iraq û Sûriyê
Çirî 05, 2025 11:52Zuhre Becarî, parlementera Iraqî, ji ber hincetên Amerîkayê ji bo derketina leşkerên wî welatî ji Iraqê rexne kir û got: Waşington hîna jî hinceta rawestana li ber terorîzmê jibo mayîna xwe li Sûriyê û Iraqê dişopîne.
-
Iraq û Îranê zêdetirî 100 cenazeyên qurbaniyên şêrr li hev guhertin
Çirî 05, 2025 15:10Di çarçoveya hevkariya mirovheziyê û li gorî Peymana Jinêvê de , Îran û Iraqê zêdetirî 100 cenazeyên qurbaniyên şerê heştsalî di navbera herdu welatan de li derbasgeha sînorî ya Şelemçeyê li hev guhertin.
-
Eraqçî: Peymana Qahirê êdî bêhitbar e
Çirî 05, 2025 13:59Wezîrê Karên Derve yê Îranê, tekez kir ku Peymana Qahirê êdî hitbara xwe tine û kiryara Amerîkayê û sê welatên ewropî ya vegerandina boykotên qedyayî yên Konseya Ewlehiyê neqanûnî zanî.
-
Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîdên filistînî
Çirî 05, 2025 13:17Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku zêdetirî 218 filistînî di 24 sietên borî de hatine şehîdkirin u birîndarkirin u bi vî awayî hejmara şehîdên şerê jînosaydê gihîşt 67 hezar û 139 kesan.
-
Êrişa mûşekî ya Yemenê ser armancên hesas li erdên dagirkirî yên Filistînê
Çirî 05, 2025 11:59Berdevkê hêzên çekdar ê Yemenê ragihand ku hêzên wan bi mûşekê êrişî armancên hesas li Qudsa dagirkirî kirin.
-
Têgihîştinnameya hevkaryê navbera Radyo û Televîzyona Îranê û Kanala Cemawerê ya Herêma Kurdistanê
Çirî 05, 2025 11:46Têgihîştinnameya hevkariya medyayî di navebra Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê û Kanala Cemawerê ya Herêma Kurdistana Iraqê ser bi Partiya Sosiyalîst a vê herêmê ji aliyê Rêveberê Giştî yê Karûbarên Navneteweyî yê Saziya Radyo û Televîzyona Îranê û Rêveberê Medya û Televîzyonê yê Partiya Sosiyalîst a Kurdistana Iraqê hat wajokirin.
-
Hilbijartinên Parlemana Sûriyê bêyî beşdariya rasterast a gel
Çirî 05, 2025 10:59Hejmartina dengên yekem hilbijartina parlemana Sûriyê di halekî de dest pê kir ku li gorî gotina karzanan ev hilbijartin ji ber siyasetên Colanî di warê hilbijartinên di pratîkê de bêyî beşdariya rasterast a gelê vî welatî hat lidarxistin.
-
Çawa zarok bi nivîsîna ser kaxezê jîrtir dibin?
Çirî 05, 2025 10:58Heke hûn bi dû şêwazeke misoger in ku zarokên we bibin kesên jêhatî û zana, rêkareke taybet heye: Laptop û alavên hişmend ji wan bistînin û li dewsa wan kaxez û pênûsê bidine wan!
-
Destdirêjiya dubare ya Rejîma Siyonîst ser Quneytera Sûriyê
Çirî 05, 2025 09:59Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hêzên Rejîma Siyonîst di dewama destdirêjiya ser axa Sûriyê de ketine hin deverên parêzgeha Quneyterê li başûrê vî welatî.
-
Civîna Eraqçî digel balyoz û nûnerên welatan
Çirî 05, 2025 09:10Seyîd Ebbas Eraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro Yekşemî, 5ê Cotmeha 2025an, civînek digel balyoz, kardar û serokên nûnertiyên derveyî û navneteweyî yên li Tehranê derbarê alûgorên vê dawiyê di asta navneteweyî da, herwiha siyaseta derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê li dar xist.