-
Pêzêşkîyan: Îranê dil heye pîşeya navokî berfire bike
Tesrîn 02, 2025 13:39Mes`ûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê li nîşangeha nûtirîn berhemên zanyarên Pîşeya Navokî ya Îranê ku di warên tenduristî u dermankirinê da li Rêxistina Enerjîya Atomî ya welêt hatîye vekirinê amade bû û got: Em dixwazin vê pîşeyê berfire bikin, ji bo dabînkirina pêwîstîyên gel u jordabirina asta rehetîya welatîyên xwe, ne ji bo çêkirina çeka navokî.
-
Qewimîna karesata merivî li Sûdanê
Tesrîn 02, 2025 15:23Di encama pevçûnnê xwînavîn di navbera artêşa Sûdanê u hêzên nasyar bi Berteka lezgîn da, careka din karesateke merivî derket.
-
Li rojhilata Ingilîsê bi kêrê êrişî sivîlan hat kirin
Tesrîn 02, 2025 15:20Polîsê Tiranzîtê yê Ingilîsê ragihand ku kesekî bi kêrê êrişî rawestgeheke qetarê ser rêya Hantîngdinê li rojhilata vî welatî kirîye.
-
Hişyarîdayîna rayedarên tenduristîyê derbara karesata merivî li Xezzeyê da
Tesrîn 02, 2025 15:00Rayedarên tenduristîyê li Xezzeyê derbara berdewambûna dorpêçkirina Xezzeyê di warê dermîn da û karesata merivî ya li vê zîvalê hişyarî dan.
-
Nerazîbûna berfire ji Trump
Tesrîn 02, 2025 14:57Li gorî encamên rapirsîyeke nû, sê yekê amerîkîyan ser vê bawerê ne ku ev welata bi awayekî ciddî di rêyeke şaş da pêngavan radike.
-
Demirtaş: Aştî bêyî evîn u pêbawerîyê di navbera kurd u tirkan da ne pêkan e
Tesrîn 02, 2025 14:52Selahedîn Demirtaş sîyasetvanê kurd ku di zîndana Edirnê da hepsî ye, di peyamekê da têkildarî demajoya aştîyê li Tirkîyê pêgirî kir ``heta dema ku tirk u kurd ji dil va hejî hev nekin, aştî bêfeyde ye.``
-
Di tevlikirina hêzên kurd di nav artêşa Sûrîyê da ti pêşketinek pêk nehatîye
Tesrîn 02, 2025 14:50Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê ragihand ku ji gotûbêjên Şamê û rayedarên kurd ji bo tevlikirina HSD di nijyara sîyasî û leşkerî ya welêt da, hê ti encamek derneketîye.
-
Plana emnî ya taybet bi hilbijartinên parlimanê li Iraqê
Tesrîn 02, 2025 14:48Wezareta Karên Hundur a Iraqê ragihand ku planeke emnî ya taybet bi hilbijartina parlimanî ya pêşber u kemilandina tivdîrên taybet bi dabînkirina ewlehîya demajoya dengdanê bi cih tîne.
-
Fîdan: Divê PKK li Iraq u Sûrîyê jî çekan dayne
Tesrîn 02, 2025 14:42Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê tekezî ser pêwîstîya hevkarîya emnî u aborî ya vî welatî digel welatên herêmê kir u xwest ku hêzên PKK u HSD li Iraq u Sûrîyê werin jiçekirin.
-
Berteka Ûrsêtê himber ihtimala destpêkirina ceribandina çekên navokî ji hêla Amerîkayê va
Tesrîn 02, 2025 14:38Fermana Donald Trump bo Wezareta Cengê ya Amerîkayê ji bo destpêkirina ceribandina çekên navokî, pêrgî pêleke bertekan li Ûrsêtê bû û rayedarên ûris derheq dûhatên vî karî da hişyarî dane.